Teqînekê 3 eskerên Tirk kuştin

Teqînekê 3 eskerên Tirk kuştin

Li Adapazariya navçeya Sakaryayê li nav daristanê teqîn çêbû û li gor agahiyan 3 esker hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Li gor agahiyan li texma Taşkisiyê teqîn çêbû û gelek ekîbên tenduristî, îtfaiye, ewlehî, AFAD û UMKEyê sewqî ciyê bûyerê kirin.

Waliyê Sakaryayê der barê teqînê da got ku gava teqemeniyên fabrîqeya fişekên hewayî ya li Hendekê ku di 3yê Tîrmehê lê teqîn çêbûbû dihatin sewqkirin teqîn çêbû.

Her wiha diyar kir ji ber teqînê 3 esker hatin kuştin û 6 birîndarên wan hene û rewşa eskerekî jî giran e.

Pustên heman beş