Dûvelankên dewleta Tirk nuqteyên xwe bi kevirên goristanan çêdikin

Çeteyên Tirk nuqteyên xwe bi kevirên goristanan çêdikin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Girê Spî kevirên derdora mezelên goristanan hildikin û di avakirina nuqteyên xwe de bi kar tînin.

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber li ser gundewarên Eyn Îsa û Rojavayê Girê Spî berdewam dikin û li kêleka êrîşan nuqteyên çeteyan û baregehên leşkerên dewleta Tirk tên avakirin.

Dewleta Tirk heya niha 33 nuqte û 5 baregehên leşkerî li gundewarên Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ji bo xwe û çeteyên xwe avakirîne û di nuqte û baregehan de gelek sewqyatên leşkerî kirine.

Çeteyên Tirkiyê kevirên derdora mezelên gorên goristananên gundên ser bi Girê Spî hildikin û di avakirina nuqteyan de bi kar tînin, li gundê kefîfayê girêdayî Rojavayê Girê Spîyê ku niha li jêr desthilata Tirkiyê deye, çeteyên dewleta Tirk kevirên derdora mezelên gund hildikin û bi wan keviran nuqteyan ava dikin.

Pustên heman beş