Papayê dewleta Vatîkanê, li derbara guherîna “Aya Sofya”yê îro daxuyanî da û go ku ew pir ji vê hengava dewleta Tirkiyê dil girane.
Papa Firensîs, îro roja yekşemî 12/7/2020an, di gotara xwe da ku li qada “Qidîs Butris” pêş kêş kir got: “Hizra min diçe Stenbolê, ez fikra Aya Sofya dikim û hest bi janeke herî bi êş dikim”.
Tê zanîn ev dibe yekemîn bersiva Papa Firensîs li derbara biryara dadgeha dewleta Tirkiyê ya guherîna “Aya Sofiyayê” ji bo mizgeftê tê hesab kirin.
Dadgeha bilind ya Tirkiyê li pêncşemîya rabûrî 9/7/2020an biryara hikûmeta Tirkiyê ya sala 1934an hilweşand û biryar da “Aya Sofya” ji mûzexane bibe mizgeft.
Evê biryarê bandoreke herê zêde li asta Tirkiyê û cîhanê li pey xwe anî, piştre serokê Tirkiyê go ku me “Aya Sofya kire mizgeft, her weke bapîrê me sultan Mihemed Fatih em wesyet kirîn”.
Rece Teyb Erdogan her wiha got bû: “Bi anehîya xwedayê mezin, emê yekem nimêja îniyê li 24 vê mehê li Aya Sofyayê bi hevre bikin”.
“Aya Sofya weke avahî li sala 537an weke kilêse hatibû ava kirin, lê paş ku Osmanîyan Stenbol girtî, li sala 1453an ev cîye ji bo mizgeftê guhertin, paş ji nav çûna dewleta Osmanî û damezrandina dewleta Tirkiyê Etatorkî, “Aya Sofya” ji bo mûzexane hatibû guhertin.