10 Gerîla û 9 esker hatin kuştin

10 Gerîla û 9 esker hatin kuştin

Êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê a bi sedema PKK ê dewam dike, di 48 sa’etên rabûrî de, 10 Gerîla û 9 esker hatine kuştin.

Li gor medyaya PKK ê û dewleta Tirkiyê, li du rojên rabûrî, PKK ê 10 Gerîlayên xwe li navçeya Heftenînê di êrîşên hewayî û bordomanan de, ji dest dayîne, hem wext 9 eskerên Tirkan hatine kuştin.

Wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê dibêje: “Roja înî 10/7/2020an, 8 Gerîlayên PKK ê di êrîşên hewayî de li Heftenînê hatine hedef kirin, duh roja şemî jî 2 Gerîla li heman navçeyê ketine ber êrîşan”.

Medyaya HPG ê balê leşkirî yê PKK ê jî dibêje ku wan 9 eskerên Tirkan li Heftenînê kuştine, her çend ku tu alîyekê din ev agahî ser rast nekirine, HPG ê tu amaje bi can ji dest dayîna Gerîlayên xwe nekir.

Ji destpêka êrîşa 15 meha rabûrî ya Tirkiyê li ser  Başûrê Kurdistanê, heya niha pêtirî 50 gundên Başûrê wilat hatine vala kirin, PKK ê meydana cenga xwe nêzî gund û bajarokan dike û ev yek bûye sedema zirarên mezin ji boy şênîyan.

Pustên heman beş