Bi sedema Teqîna bombeyek çandî sê çekdarên Heşda şebî hatin kuştin

Bi sedema Teqîna bombeyek çandî sê çekdarên Heşda şebî hatin kuştin

Bi sedema teqîna bombeyekê ku ji bal rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê ve li Bakurê parêzgeha Dîyala li rojhilatê Îraqê hatbû danan, sê çekdarên heşda Şebî hatin kuştin.

Li gor zanyariyan bombeyek çandî li nahiya Qeretepe li Bakurê parêzgeha Dîyala bi karwanekê hêzên fewca yek Lîwa ya 16emîn a heşda şebî ve teqîyaye.

Bi sedema vê teqînê, sê çekdarên heşda şebî bi navên, Mehdî ‘Elî Îbrahîm, Salh Îbrahîm û Mihemed Felah ‘Ebdilwahd hatîne kuştin.

Çekdarên hatî kuştin Tirkumanin û nîştecîyên qezaya Xurmatû a ser bi parêzgeha Selahedînê bûn.

Tê hîn bûn ku ev teqîn di çarçûva qonaxa çaremîn ya operasyona qaremanên Îraqê ku ji duh roja şemî ve li ser biryara serok wezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên ‘Îraqê, mistefa Kazimî bi armanca jinavbirina terorîstên DAIŞ’ê li navçeyên sînorî yên parêzgeha Dîyala yê dest pê kiriye, rû daye.

Pustên heman beş