New York Times: Bombebarana Netenz ê ji hêla Israîlê ve bi hevahengî digel Wîlayetên Yekbûyî hate kirin
Li gorî New York Times, teqîna li saziya nuklerê ya Netenz û hilberîna centerfîyûjên pêşkeftî li tesîsê ji demek dirêj ve hatibû plankirin.
New York Times bi piştbestin bi du çavkaniyên îstixbaratê ragihand ku Îsraîl berpirsê teqînê ye û vî welatî bi haydarkirina Wîlayetên Yekbûyî ev kare encam daye.
Nivîskarên raporê, li gorî nirxandina pisporan ji bo dîmenên satelîtê ên peqîna vê tesîsê, got ku giraniya teqînê û zirar gihîştinê li tesîsê ji ya ku berê hatibû ragihandin gelek mezintir e.Di raporê de hate gotin herçend ku êrîşê nekarî pêşî yê li berhema centrfîyûjên pêşkeftî bigire, lê belê karî pirisgirêkan ji bo bernameya navokî ya Îranê dirust bike û pêkanîna wê ji bo yek-du salan dereng bike.
Nûçegihanên New York Times êrîşa li ser tesîsa nuklerî ya Netenz bi êrişeke weke êrîşa 10 sal berê li ser bingehên nuklerî yên Îranê hevber kir, û bi pişt bestin li ser çavkaniyên îstîxbaratî nivîsand ku teqîna li baregeha navokî ya Netenz jî demek dirêj pêş niha hatiye plankirin.