Li sînorê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê Şer qewimî

Li sînorê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê Şer qewimî

Ajansa Frans Press “AFP” niha di hesaba xwe a Twîtterê de ragihand ku li ser sînorê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de pevçûnek çêbûye.

Li gorî Euro News ê, di encama pevçûnek sînorî ya di navbera komara Azerbaycan û Ermenistanê de, ku li êvara roja yekşemî rûda, 2 serbaz ên Azerbaycanê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li gorî vê nûçeyê, Wezîrên Parastinê yên Ermenistanê û Komara Azerbaycanê êvara îro du daxuyaniyên cuda belav kirin, ku her yek ji wan aliyê din sûcdar dike bi binpêkirina sînorên welatê xwe û vekirina agir li hêzên dijber.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê di vê derbarê de amaje kir: Yekîneyên Hêzên çekdar ên Ermenistanê li devera “Tavozovskî” li ser sînorê herdu welatan nuqteyên me yên leşkirî bi topên hawanê armanc kirin.

Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye: “Heya niha, pevçûn li vê devera sînorî berdewamin û Hêzên me dê vê rewşa dijwar kontrol bikin.

Rewşa aloz a di navbera Baku û Yerevan ê li ser herêma-Karabagê di Sibata 1988an de dest pê kir û bû sedema şerê çekdarî ê bi navbir di navbera van du welatan de li salên 1992an heya 1994an.

Pustên heman beş