Di pevçûnên li ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê da ji artêşa Azerbaycanê 7 esker tên kuştin.
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Azerbaycanê Kerîm Weliyev daxuyand di pevçûnên ku du rojin dewam dikin da gelek wesayîtên eskerî û yên Ermenistanê hatin berteref kirin.
Weliyev got ji artêşa Ermenistanê 100 esker hatin kuştin, ji artêşa Azerbaycanê jî vê sibê di pevçûnan da general Polad Heşimov û Albay Îlgar Mîrzeyev hatin kuştin.
Wezaretê wêneyên êrîşên li ser mewziyên Ermenistanê yên ku ji esman hatin kirin weşand.ا