Berdevkê dadweriya Îranê roja Sêşemê (14ê Tîrmehê) ragihand ku karmendek teqawid a Wezareta Parastinê ya Îranê li ser sûçên muxaberatê hate darve kirin.
Li gorî ajansa nûçegihaniya ISNA, Qolamhosseyn Îsmaîlî xeber ji darvekirina zelamekê di hefteya borî de bi tawanbariya “sîxuriyê” ji bo dezgehê îstixbaratî yê Amerîkî CIA ragihand.
Bi gotina Qolamhosseyn Îsmaîlî, ev kes teqawidê Wezareta Parastinê bû û gelek salan di vê wezaretê de xebitî bû û di sala 1995 de bi teqawidiya zû hatbû twqawid kirin.
Îsmaîlî îdîa kir ku ew zilam di salên xwe yên dawîn ên kar û piştî teqawidbûnê de ketiye bin xizmeta CIA-yê, û jiberku wî zanyarî li ser bernameyên mûşekî yên Îranê hebûn hin ji wan zanyariyan firotine CIA-yê û pere wergirtbûn, jiber vê yekê ew hatbû girtin, darizandin û Ew bi cezayê darvekirinê hate darizandin û cezayê wî jî hefteya borî hate pêkanîn. Berdevkê dadweriya Îranê navê vî kesî bi navê “Reza Eskerî” ragihand.
Îranê berê jî çend karmendên Wezareta Parastinê bi sûça sîxoriyê darve kirine. Nêzîkî salekê berê, di 24ê Tîrmeha 2019an de, Rêxistina Dadwerî ya Hêzên çekdar ên Îranê bêy zanyariyên bi hûrgilî ragihand ku Celal Hacî Zavar, karmendê peymanê yê Rêxistina Aerospace ya Wezareta Parastinê hat darvekirin.
Berdevkê dadweriya Îranê di daxuyaniya xwe de îddîa kir ku ev karmend ji bo CIA û Hikûmeta Wîlayetên Yekbûyî sîxurî dikir.