Şewateke mezin bi bendera Bûşehir ket

Şewateke mezin bi bendera Bûşehir ket

Şewateke mezin îro bi bendera Bûşehir a Îranê ket û herî kêm 3 gemî şewtîn, sedema şewatê hêjan nezelale.

Ajansa nûçeyên (Reuters) ê îro roja çarşemî 15/7/2020an belav kir, şewateke mezin bi bendera Bûşehir a Îranê ketîye, her çend ku zirarên canî tunene, lê belê zirar bi hejmarek gemiyên ku li wir sekinî bûn, ketîye.

Li gor medyaya Îranê, ev şewat bi hewza çêkirina gemîyan ketîye, herî kêm 3 gemî li wê benderê şewtîne.

Ajansa Êrna a Îranê ji zardevê  Cîhangîr Dehganay, serokê rêxistina kirîzan li kerta Bûşehir veguhaztîye ku heya niha tu zanyarîyek li derbarê sedema agir pêketinê nehatîye belav kirin.

Ev dema çend rojane hejmareke bûyerên teqîn û şewatan li Îranê çêbûne, 2 jê teqînên mezin bûn ku di navenda Tehranê de bûne, Îran jî dibêje destên alîyekî li pişt van bûyeran hene.

Pustên heman beş