Balefirên ceng ên Tirkiyê îro êrîşî herêma Heftenînê a li Başûrê Kurdistanê kir, 3 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dan.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 16/7/2020an, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê, di te’qîba hereketên PKK ê de, hinek navçeyên herêma Heftenînê bordoman kirin.
Di encama êrîşa hewayî de, 3 Gerîlayên PKK ê canê xwe winda kir, ciyên Gerîla hatin îmha kirin.
Li gor agahiyên destê me, li Bakurê Kurdistanê jî, bi teybet li sînorê parêzgehîya Mêrdînê, endamekê PKK ê xwe teslîmî hêzên ewlehiyê kir.
Dewleta Tirkiyê li 15 meha rabûrî êrîşa ser PKK ê a bi navê Penca Piling li Başûrê wilat dest pê kir, îro 31 roj li ser vê êrîşê derbas dibin, zirara herî mezin bi gelê Başûr ketîye ji ber ku heya niha pêtir ji 50 gundan bûne navçeyên şer û hatine vala kirin.