Waliyê Bexdayê kuştin

Waliyê Bexdayê kuştin

Hêzên ewlehîya Îraqê, îro kuştina terorîstekê mezin ê rêxistina DAÎŞê ragihand ku pileya waliyê Bexdayê hebû.

Berdevkê fermandarêtîya giştî a hêzên çekdarên Îraqê, Yehya Resûl îro roja pêncşemî 16/7/2020an eşkere kir, hêzên ewlehiyê di operasyoneke te’qîbê de li dorbera Bexda a paytext, terorîstê bi navê “‘Umer Şelal Ubêd” û alîkarê wî ê bi navê “Leys Cemal û kod navê Ebo Bera” kuştin.

Dest nîşan kir, ev terorîst weke waliyê Bexdayê li nava rêxistina DAÎŞê dihat nas kirin û îro hat kuştin.

Yehya Resûl, her wiha eşkere kir, hêzên ewlehîya Îraqê terorîstê bi navê “Ehmed Îsa û bi kod navê Ebo Telhe” ku waliyê Bexdayê bû kuştibû û piştre terorîst “Umer Şelal” li ciyê wî wezîfe darbibû.

Pustên heman beş