Fermandarekê pile berz hat kuştin

Fermandarekê herî berz hat kuştin

Fermandarekî herî berz ê arteşa Îraqê di êrîşekê de li bakurê Bexda a paytext canê xwe ji dest da wexta ku erebeya wan ketî ber êrîşeka terorî.

Şaneya ragihandna ewlehiyê a girêday wezareta bergirîya Îraqê, îro roja şemî 18/7/2020an ragihand, di êrîşeke çekdarî de ku li bakurê Bexdayê hat encam dayîn, fermandarekî leşkirî bi pleya emîd rukin hat kuştin û 4 leşkirên din birîndar bûn.

Şaneya ragihandina ewlehiyê eşkere kir, di êrîşeke terorîstî de li ser erebeya leşkirî ku li “Bin Sîna” a navçeya “Tarimiyê” li bakurê Bexdayê hat encam dayîn, emîd rukin, “Elî Hemîd Xêdan”, fermandarê lîwaya 59 a arteşa Îraqê hate kuştin.

Hem wext di êrîşê de, 4 leşkirên din birîndar bûn, birîna hinek ji wan dijware, her çend ku şaneya ragihandina ewlehiyê amaje bi aliyê ku êrîş encam dayî nekir, lê belê medya Îraqê dibêje ku ew êrîş ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatîye encam dayîn.

Pustên heman beş