Birazaya Salih Muslim xwe teslîm kir

Birazaya Salih Muslim xwe teslîm kir

Dalya Mehmûd Muslim a birazaya Salih Muslimê hevserokê berê ê Partiya Yekîtya Demokratîk PYD ê, li Mêrsînê xwe teslîmî hêzên ewlehiyê kir.

Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ji bûna Dalya Mehmûd Muslim a 21 sal bi nasnavê “Viyan Şervan” ku birazaya Salih Muslimê hevserokê berê ê PYD ê ye xwe teslîm bike, xebatên razî kirinê hatin meşandin.

Di encama xebatên razî kirinê ên polîsan de, Dalya Mehmûd Muslim li 15î tîrmehê teslîmî mdûryeta şaxa dijî terorê a Mêrsînê bû.

Dalya Mehmûd Muslimê di îfadeya xwe ya li ewlehiyê da got bavê wê Mehmûd Muslim li Kobaniyê di nav PYD ê/YPG ê da ye.

Bi teslîmbûna Dalya Mehmûd Muslimê ji serê salê vir de bi xebatên razî kirinê hejmara kesên ku teslîm bûne giha 110 kesan.

Tê zanîn Salih Muslim û birayê wî Mehmûd Muslim di kategorya reng sor a daxwaz kiriyên dewleta Tirkiyê de cî digrin.

Pustên heman beş