Li Zapê zirar bi Gerîla ketin

Li Zapê zirar bi Gerîla ketin

Sê Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê, li herêma Zapê ketin ber êrîşên balefirên Tirkiyê û canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên destê me, di 24 sa’etên rabûrî de, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de li herêma Zapê a li Başûrê Kurdistanê, ew der hedef kir û 3 Gerîla canê xwe ji dest da.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, duh êvarê 18/7/20020an, balefirên Tirkiyê ciyê PKK ê li çiyayê Lînkî li sînorê navçeya Dêrelok a li rojhilata bajarê Amêdiyê bi dijwarî bordoman kir.

Li du rojên rabûrî PKK ê pêtir ji 5 Gerîlayên xwe di êrîşên asîmanî de ji dest dane, lê belê navenda medyayî a HPG ê tu agahî li derbarê wan êrîşan nedane.

Pustên heman beş