Li Efxanistanê 129 sivîl hatin kuştin

Li Efxanistanê 129 sivîl hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Efxanistanê di êrîşên Talîbanê yên meha dawîn da, 129 sivîl hatin kuştin.

Berdevkê Şewra Ewlehiyê ya Neteweyî ya Efxanistanê Cawîd Faîsal daxweyaniya xwe da got ku êrîşên Talîbanê dewam dikin û dibin sedema mirina sivîlan.

Faîsal got ku Talîbanê di meha dawîn da 1456 êrîş kirin û diyar kir ku di van êrîşan da 129 sivîl hatin kuştin û 291 sivîl jî birîndar bûn.

Faîsal ragihand ku ji bo aştiyê îradeya xurt a Talîbanê tune.

Faîsal got ku di serê wilayetên ku herî zêde sivîl lê mirin da Samanganî Qendehar û Nangarhar tên û bi destê milîtanan kuştina sivîlan sûcê şere.

Pustên heman beş