Li Îranê jiber bilindbûna bihayê xaniyên kirê, kontêyneran kirê dikin

Li Îranê jiber bilindbûna bihayê xaniyên kirê, kontêyneran kirê dikin

Piştî bilindbûna zêde ya bihayê kirê ya xaniyan li Tehrana paytexta Îranê, şêwazê jiyana kontêynerê ku têde jin û mêr alavên xwe yên jiyan kirinê di wan kontêynerên kirê li başûrê tehranê didanin û ew bi xwe her yek diçe mala bavê xwe, peyda bûye ku ev yek bûye sedema peyda bûna valahiyekê dinavbera jin û mêran de.

Li gorî ajansa nûçegihaniya ÎRNA, roja yekşemî, 19ê Tîrmeha 2020ê, hejmarek ji jin û mêran ku niha nikarin ji ber zêdebûna bihayê xaniyên kirê li yekîneyên niştecîbûnê li Tehranê ciyekê kirê bikin û têde bijîn, alavên xwe yên jiyan kirinê li kontêynerên kirê yên ku dikevin başûrê tehranê danîne û her yek diçe mala dayik û bavê xwe.

Ev kirêdare bi kirê kirina kontêynereke biçûk, alavên xwe yên mayî di van kontêyneran de hildigirin.

Birêveberê yek ji cî yên kontêyneran di vê derbarê de ji bo ajansa ÎRNA ya îranî ragihand: “90٪ ji 2500 kontêynerên 20 û 40 lingî yên vê şirketê niha ji alavên jiyan kirina wan jin û mêrin ku nikarin xaniyekê ji xwe re kirê bikin pirr bûne”.

Li Îranê jiber bilindbûna bihayê xaniyên kirê, kontêyneran kirê dikin

Pustên heman beş