Li Hekariyê êrîşeke mezin li ser PKK ê tê meşandin

pkk hekari turk kurd hpg army

Arteşa dewleta Tirkiyê êrîşeke mezin li devera Hekariyê a Bakurê Kurdistanê li ser PKK ê da meşandin, di sa’etên destpêkê de, 3 Gerîla hedef kirin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Bakurê Kurdistanê eşkere kir, ji duh roja yekşemî 19/7/2020an, arteşa dewleta Tirkiyê êrîşeke mezin a asîmanî û bejahî li devera Hekariyê ji bo te’qîba Gerîlayên PKK ê da meşandin, di sa’etên destpêkê de, 3 Gerîla hedef kirin.

Li vê derbarê de, medya Tirkiyê eşkere kir, 1106 cendirme, komando, polîs û gundparêz vê operasyonê di meşînin û wê bidome.

Partîya Karkerên Kurdistanê niha pêtir çalakîyan li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, bi awayekî ji 77% a çalakiyên wê li Başûrê wilat hene û ji 23% li Bakur, ev yek di rapora îsal a sazîya ACLED a Amerîkî de hatîye tesbît kirin.

Li gor rapora ACLED ê jî diyar dibe ku PKK ê şer derbasî Başûrê Kurdistanê kirîye, şerî zirarek pir mezin gihandîye aborîya Herêmê û hejmarek gund û zeviyên çandiniyê hatine vala kirin.

Pustên heman beş