Kebûdwend: Daliya ji bal Hikûmeta Başûr ve nehatîye teslîm kirin

Kebûdwend: Daliya ji bal Hikûmeta Başûr ve nehatîye teslîm kirin

“li gor lekolînên min, nûçeya teslîm kirina Daliya di esas de ne raste û li ser weşandina vê şaşêtiyê ‘efoyê dixwazim”

Mihemed Sedîq Kebûdwend, Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê RMMK di tiwîtekê de ragihand ku encamên lekolînên ku wî kirine, eşkere kirin ku nûçeya teslîm kirina keça rojavayî ji bal Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirkiyê neraste, hemwext Kebûdwend li ser wan agahiyên li vê derbarê de ji bal wan ve hatine parve kirin, daxwaza ‘efoyê kirîye.

Paş ku hejmareke pêgehên girêdayî PKK ê bi awayekê armancdar û ji bo têkdana nav mala Kurd, agahî li derbara teslîm kirina keça Rojavayî “Daliya Mehmûd Muslim “ku dibe birazîya Salih Muslim ê hevserokê berê ê PYD ê ji bal Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve parve kirin, Mihemed Kebûdwend Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ev nûçe twit kirbû, lê belê Kebûdwend piştre di tiwîteke din da ji bilî daxwaza ‘efoyê wiha nivîsandîye:

“li gor lekolînên ku min kirine, eşkere bû ku nûçeya teslîm kirina keça rojava ji bal Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirkiyê di esas de dûre ji heqîqet û Rastiyê û wiha nîne weke min di tiwîta xwe ya berê de parve kirî”.

Tekista twita Mihemed Sedîq Kebûdwend ê Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê:

Daxwaza ‘efoyê:

“li gor lekolînên destpêkê ku li ser heqîqet û dirustîya nûçeya teslîm kirina keça rojavayî bi hêzên Tirkiyê ku min kirine, wiha diyar dibe ku ev nûçe di esas de neraste û naveroka wan bi wî awayî nîne weke min di twit a xwe ya berê de parvekirî, lewma li ser vê şaşêtiyê daxwaza ‘efoyê ji wan kesan dikim ku twita me layk kirîn”.

Mihemed Sedîq Kebûdwend xelkê parêzgehîya Sine a Rojhilata Kurdistanê û damezrênerê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê RMMK ye, bi yek ji çalakvanên herî diyar ên Mafên Mirovan li Kurdistanê tê nas kirin ku bergirî ji mafên takê Kurd û Gelê Kurdistanê kirîye, ew bo dema 10 salan ji bal rejîma Îranê ve hatîye zîndan kirin.

Kebûdwend paş azad bûna wî car din dest avêt xebata xwe a bergiryê ji takê Kurd, Mihemed Sedîq Kebûdwend û rêxistina wî a mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê bi kes û rêxistineke nêzî PKK ê tên nas kirin.

Tê zanîn wezareta karên navxwe a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro roja duşemî daxweyanî li derbara teslîm bûna keça rojavayî “Daliya” bi kod navê “Vîyan Şervan” daye ku di nava rêzên YPJ ê de bû.

Di daxuyaniyê de Hikûmeta Başûr Berisva medya PKK ê daye û têde eşkere kir ku “Daliya” bi kêfa dilê xwe teslîm bûye, wê têkilîyên sozdariyê li gel şervanekî din girêdabûn, lewma bi hevre revîyane Tirkiyê, hemwext daxwaz ji medya PKK ê kir ku li şûna belav kirina direwan, bila PKK ji xwe bipirsin çima Gel rêzên rêxistina wan bi cî dihêle?.

Pustên heman beş