Piştî îdîayan şewtandina evraqan a li balyozxaneya Çînê ya li Hostonê Amerîka biryar da ku ev balyozxaneya Çînê di 72 saetan de bê girtin.
Berdevkê wezareta karên derveyê Amerîkayê Morgan Orgatus derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û têda destnîşan kir, wê Amerîka ji wan helwestên Çînê yên ku pê ji desthilatdariya Amerîka re dijberîyê dike destûrê nede.
Berdevkê wezareta karên derveyê Çînê Wang Wenbin jî destnîşan kir xebera girtinê ya balyozxaneya Çînê ya li Hostonê ji wan re hatye dayîn. Wenbin di berdewamiya daxuyanîya xwe de diyar kir ev qerara girtina balyozxanê qerareke yek alîye û em teleb dikin Amerîka demildest ji vê qerara xwe vegere, heke ev yek neyê kirin wê Çîn tevdîrên dijwar bistîne û vê yekê bê bersiv nehêle.
Berdevkê wezareta karên derveyê Çînê ev karê Amerîkayê bi “tehrîkek siyasî” bi nav kir û ragihand: ev çalakiya yekalî ya Amerîkayê bi giranî hqûqa navneteweyî, pîvanên bingehînên têkilîyên navdewletî, û peymana konsolî ya du alî di navbera Çînê û Wîlayetên Yekbûîy yên Amerîkayê de binpê dike.
Wezareta derve ya Çînê her weha xwendekarên Çînê yên li Wîlayetên Yekbûîy hişyar kirin ku ji lêpirsînên xweser yên ji hêla saziyên ewlehiyê yên Amerîkî ve hişyar bimînin.
Amerîka pêş nîvroja îro ji Çînê daxwaz kir di 72 saetan de balyozxaneya xwe li Hostonê qepat bike.