Li Îraqê dironeke 2 kîlogiram bombe lê barkirî hat girtin

Li Îraqê dironeke 2 kîlogiram bombe lê barkirî hat girtin

Îro roja pêncişemî 23/7/2020an Hikûmeta Îraqê ragihand dironeke 2 kîlogiram bombe li ser barkirî ku li asîmanê Bexdayê difriya hatiye girtin.

Odeya hêzên Îraqê li ser hesaba xwe ya tora medyaya civakî ji ser Facebookê belav kiriye dironeke 2 kîlogiram bombe li ser barkirî li herêma cadirye ya Bexdayê firyaye û ew diron ji bal hêzên ewlehiyê ve hatye girtin.

Piştî dîmenên wê dironê di mdeyayê de cî girt xelkê Îraqê di medyaya civakî de nîgeraniyên xwe derbirîn û hêzên emnî yên Îraqê bi tûndî rexne kirin.

Hêjayî gotnê ye milîsên Heşda Şebî yên ser bi Îranê rojane êrîşan li Herêma Keska Bexdayê û gelek deverên din encam didin. Ne serok wezîrê berê yê Îraqê Adil Ebdulmehdî ne jî serok wezîrê niha yê Îraqê Mistefa Kazimî karîne rê liber êrîşên milîsên Îranê bigirin.

Pustên heman beş