Li Serê Kaniyê teqînekê herî kêm 8 kes kuştin

Li Serê Kaniyê teqînekê herî kêm 8 kes kuştin

Teqînek îro li bajarê Serê Kaniyê ê Rojava Kurdistanê çêbû, herî kêm 8 kes hatine kuştin û 19 birîndar ketine.

Li gor agahiyê nerîngeha Sûrî a mafên mirovan, îro serê sibê 26/7/2020an, teqîneke din li navenda bajarê Serê Kaniyê çêbû û zirarê canî ên mezin li pey hatin, di encama teqînê de, 8 kes hatine kuştin û 19 birîndar ketine.

Ev teqîn bi rêya motorsikleke bombe kirî li navenda bajêr çêbûye, dibe hejmara kuştîyan zêde bibe ji ber ku ji sercema 19 birîndaran rewşa hinek ji wan pir xerabe.

Roja 23ê vê mehê, teqîneke mezin li naverasta bajarê Serê Kaniyê çêbibû û bi 4 kes hatibûn kuştin û hejmarek birîndar ketin, piştre bi rojekê motorsikleke din li navenda bajêr teqîya lê belê tu zirarên canî nebûn.

Serê Kaniyê yek ji wan deveran bû ku bi destpêka êrîşa Tirkiyê ya li gel giropên çekdar li ser Rojava Kurdistanê, bû armanca êrşan niha jî li jêr kontirola komên çekdarane. 

Pustên heman beş