Çeteyên Tirkiyê 2 kalemêrên Efrînê revandin

Çeteyên Tirkiyê 2 kalemêrên Efrînê revandin

Komên çeteyên girêdayî Tirkiyê îro bi sedemeke nediyar dû kalemêrên herêma Efrînê a Rojava Kurdistanê revandine.

Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan belav kir, îro roja yekşemî 26/7/2020an, komên çekdarên girêday Tirkiyê, 2 kalemêr ji navçeya “Bilbilê” a girêdayî herêma Efrînê li Rojava wilat revandine û bo cîyekî nediyar birine.

Eşkere kir, sedemên vê bûyerê nediyar mane û ev necara yekemîne çeteyên Tirkan karekî wiha li herêma Efrînê encam didin.

Li gor nerîngeha Sûrî, li 24 vê mehê, koma çekdarên bi navê “Hemzat” dest avêtibûn dizîna hinek malên gundê “Qeda” ê girêdayî navçeya “Raco” a herêma Efrînê, ev jî bi suyaseteke te’rîb kirina navçeyên Kurdî ên Rojava Kurdistanê bi taybet li herêmê dagîrkirî tê hesab kirin ku şêniyên wê tên mecbûr kirin navçeyên xwe bi cî bihêln.

Pustên heman beş