Ev zilam ji bo çi amancekê çûye Lîbyayê?

Ev zilam ji bo çi amancekê çûye Lîbyayê?

Serdana bîrmend û rojnamenivîsê Firensî “Bernard Henry Levi” ji bo Lîbyayê, karvedaneke herî dijwar li nava rêzên hikûmeta Wîfaq û mîlîşiyayên wê û gelê Lîbyayê bi xwe dirust kirîye.

Li gor çavkaniyên xwecihî, “Hênrî Lîvî” duh roja şemî 25/7/2020an bi balefireke taybet gihaye balefirxaneya bajarê Misrate ku 200 kîlometruyan dikeve Rojava Terablusê.

Her çend ku di 24 sa’etên rabûrî de agahiyên cuda li derbara vê serdanê dihatin weşandin, lê belê îro roja yekşemî 26/7/2020an, “Henry Levi” serdana xwe a ji bo Lîbyayê pişt rast kir û wêneyekê xwe li Twitter ê danaye û li ser nivîsandîye vêre bajarokê “Tirhone” ye, di wêney de xweya dibe ku hejmareke zor a çekdaran li dorbera “Lîvî” hene û parêzvanîya wî dikin.

Levi di daxweyanîyekê de ji bo kenala Ehrar a girêday hikûmeta Wîfaq gotîye: “Ew weke rojnamevan hatîye Lîbyayê ji bo ku raporekê ji bo rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî amade bike.”

Tê zanîn “Henry Levi” dawî car li sala 2011an serdana Lîbyayê kir bû û agahî xweya dikin ku wî roleka her beriz di razî kirina Firensayê de dîtibû ku eskeran bişîne Lîbyayê û erka xwe di qonaxa paş Qezafî de bibîne.

Li wê demê û paş ku “Levi” piştgirî ji bo opozîsyona Lîbyayê diyar kirî û daxwaza maytêkirina wilatên Firensa, Amerîka û Berîtanyayê di wî wilatî de kirî, ji aliyê gelên Lîbyayê ve weke kesekê nexwestî hat mêze kirin, niha jî tirs li nava Libya heye ku ev serdan amanca wê kêşana nexşê qonax nû a Lîbyayê be.

Ev zilam ji bo çi amancekê çûye Lîbyayê?

Pustên heman beş