Êvara îro dengê çend teqînên bihêz li nav serbazgeha “Seqer” a Heşda Şebî li navçeya Dore ya Bexdayê hat bihîstin. Berdevkê wezareta navxwe ya Îraqê jî ragihand, ew hêjan nizanin çend teqîn li nav wê serbazgehê çê bûne û lêkolînên wan dest pê kirine.
Şaneya ragihandin emnî ya Îraqê derbarê bûyerê de daxuyanyek weşand û ragihand, “demjimêr 18:40 êvara îro du teqînên li pey hev li navçeya “Sîdye” li nêzîk cadeya Bexda-Hlle û bi diyar kirî li serbazgeha Seqer çê bûne.”
Di Daxuyaniya Şaneya Ragihandin Emnî de hatiye gotin, “ew agahî zanyariyên destpêkê ne û em dê zanyariyên zêdetir belav bikin.”
Ji bal xwe ve hinek saziyên medyayî li Îraqê ev yek ragihand ku dengê 4 teqînên yek li pey yek hatye bihîstin.
Her weha hinek saziyên din ragihandiye ku sê mûşek ber bi vê serbazgeha heşda şebî hatîne teqandin û ev yek pêkhatiye, lê belê heya niha nehatiye eşkere kirin zirarên canî û madî yên van teqînan li serbazgeha Seqer çendin.