Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu hevdem ku hişyarî da rejîma Îranê ji encamên her êrîşekê ku ser Îsraîlê were encamdan bi rêka bikaranîna Sûriyê û Lubnanê, tekez kir ku ew ti carî destûrê nadin Îran fokusa xwe a leşkerî li ser sînorên me yên Bakur dane.
Li gorî agahiyên medyaya Îsraîlê, Netanyahu di destpêka civîna xweya heftaneya roja yekşemî, 26ê Tîrmehê de, ragihand ku kiryarên Îsraîlê li enya Bakur bi bercav wergirtina “siyaseteke hemaheng tê encamdan ku ti carî destûrê nadin Îran fokusa xwe a leşkerî li ser sînorên me yên Bakur dane.” . “
“Serokwezîrê Îsraîlê her weha ragihand “Sûriye û Lubnan berpirsyarin ji her êrîşekê ku li dijî Îsraîlê li ser axa wan were pêkanîn, wî zêde kir, emê nehêlin ewlehiya me bikeve xetereyê û gef li welatiyên me werin kirin. Emê nehêlin hêzên me rastî êrîşê werin.”
Netanyahu diyar kir ku civînên serketî ji bo nirxandina rewşê digel wezîrê parastinê Binî Gantêz û serfermandarê giştî yê arteşa Îsraîlê Efîf Koxafî re hatîne encam dayîn, û arteşa Îsraîlê amadeyî ya pêwîst heye ji bû ku bersivê bide her metrisî û gefekê li ser Îsraîlê.
Hêjayî gotinê ye ku roja eynî ya rabûrî, arteşa Îsraîlê hinek êrîşên hewayî li dijî cihên arteşa Sûrî pêk anîn, û îdîa kir ku ev êrîş di berisva wan gulle baran kirina de ye ku li navçeya Colan ya dagirkirî tên encam dayîn.