Werîsê merovê derewîn kurte

Werîsê merovê derewîn kurte

Dadgeha Mêrsînê Daliya serbest berda

Daliya Mehmûd Muslim a birazîya Salih Muslim, îro rûniştna yekê a dadgeha wê li Mêrsînê hat li dar xistin, ew serbest hat berdan.

Daliya Mehmûd Muslim, li roja 15 vê mehê li bajarê Mêrsînê xwe teslîmî Tirkiyê kir, piştre bi 3 rojan medya PKK ê û hinek ji saziyên girêdayî Lahor şêx cengî rojeveke wiha li Başûrê Wilat çêkirin ku Hikûmeta Başûr bi teybet PDK ê Daliya teslîmî dewleta Tirkiyê kirîye.

Di vê derbarê de li 20 meha rabûrî wezareta karên navixwe a hkûmeta başûrê kurdistanê, rastîya mjara dalyayê îfşa kir û got ku: “daliya yê têkilîyên sozdarî digel şervanekê din girêdabûn, wê bi kêfa dilê xwe rêxistin bi cî hişt û revîya Tirkiyê”.

Şervanê ku Daliya ketîye evîna wî bi navê “Selam Remezan Mihemed” bi kod navê “Tolhildan” bû, wî û Daliya yê bi hevre rêzên rêxistna YPG ê bi cî hiştin.

Piştre Wezareta Karên Navxwe daxuyaniyeke din parve kir û têde bi vîdyo û dukomênt kefîlê Daliya yê wate kesê ku Daliya ji başûr derbasî Tirkiyê kir parve kir, hemwext vîdyoya Selam Remezan ê xweştivî yê Daliya yê û têde wan go ku ew ji ber evîna xwe revîyane Tirkiyê.

Îro roja duşemî 27/7/2020an dadgeha Daliya yê li Mêrsînê hat lidarxistin û ew bi kefalet serbest hat berdan, Daliya û Selam bi polîsên Tirkiyê gotiye ku ew dixwazin bizewcin û malbatekê ava bikin.

Şemalka xwedîyê malê heya nivistinê hele

Partîya karkerên kurdistanê, weke hertim xwest vê mijarê di berjewendîya xwe de bide şuxilandin, PKK ê û dûvelankên wê li Başûrê welat, Hikûmeta Başûr sûçbar kir û cînayeta teslîm kirina Daliya yê xiste pal wan, a rast PKK ê du armanc ji van hewlên xwe hebûn, ya yekê wê dixwest Hikûmeta Başûr şermezar bike û givaşeke din li ser hemû wan givaşên xwe yên siyasî û serbazî yên li ser hikûmeta başûr zêde bike, ya diduyan dixwest Salih Muslim jî şermezar bikin û wî bişkînin, ji ber ku niha nakokîyên kûr di navbera Salh Muslim û PKK ê de hene, ji ber vê yekê û daku wî bişkînin ev êrîşa medyayî encam da û daxweyanîyek bi navê wî di kenalê xwe yê medyayî yê bi navê “Aryan” de parvekir, di demekê de ku haya wî ji vê daxuyaniyê nebû.

Tevî ku ev mijar li başûrê wilat germ û gor bibû, lê belê hem medya PKK ê û hem medya girêdayî Lahor Şêx Cengî paş ku Daliya gihaye xweştivîyê xwe û vîdyo û dîmenên wê ligel malbata Selam belav bûyn, xwe bêdeng kirin, weke ne’ama “Devekuşu”  serê xwe di axê re kirî.

Weke eşkere YNK ji ber nebûna tu serkirdeyên karêzmatîk niha ketîye jêr bandora PKK ê û ew tiştê PKK e bixwaze dikare bi YNK ê bike, ev ji alîyekê û ji alîyekê din ji ber ku di mijara radest kirina “Mistefa Selîmî” kurdê Rojhilata Kurdistanê ku ji Îranê bazdabû û hewara xwe anîbû Başûrê Kurdistanê, lê YNK ê ew teslîmî Îranê kir û piştre hat sêdare dan, ragihandinên başûr bi awayek berifreh bas lê kir û li dawiyê jî eşkere bû ku mistefa Selîmî bi fermana rasterast a “Lahur Şêx Cengî” hevserokê YNK ê hatîye radest kirin, YNK ê bi azrandina bi derew ve a mijara Daliya yê, dixwest tola xwe helîne û bibêje ne bes em vî karî encam didîn belku PDK e jî weke me ye û dixwest givaşên zêdetir li ser Hikûmeta Herêmê dirust bike.

Çarenvîsa Daliya yê weke roja ruhin eşkere bû, lê belê çarnivîsa Mistefa Selîmî Çawa bû?

Piştî bûrîna demekê kurt eşkere bû ku daliya bi kêfa dilê xwe derbasî Tirkiyê bûye û li bajarê Mêrsînê xwe radestî dewleta Tirkiyê kirîye, daku paşan bigehe evîndarê xwe yê şervan, serbest berdana Daliya yê bi kefalet dibe baştirîn belge be li ser vê yekê, ji ber ku li gor qanûna bingehîn a Tirkiyê, her kesekî bi “Qanûna terorê” were desteser kirin nikare bi kefalet were serbest berdan.

Li virr pirseke girîng serhildide, gelo ev rastîya Daliya yê weke roja ruhin diyar bû, Daliya dikare niha bi xwe were ser ekranên telefizyona û rastiyan ji gel re eşkere bike, lê gelo Mistefa Selîmî ku bi tenê 24 saetan piştî Lahur radestî Îranê kirî hat sêdaredan, wê bi tu awa were û bi devê xwe rastîya radest kirina xwe ji bal hevserokê YNK ê yê bi navê “Şêx Lahur” ji gel re eşkere bike?

Pustên heman beş