PKK ê 2 xortên Rêkanîyan li himber 10 hezar dolaran azad kirin
Partîya Karkerên Kurdistanê 2 xortên Başûrê welat ên bajarê Şêladzê ku li mehên rabûrî desteser kirbûn, li himber pereyan serbest berdan.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, herdu ciwanên Hoza Rêkanîyan ên bi navê “Rêgir ‘Elî Xalid” û “usame ‘Îsa Mihemed” ku ji bajarokên Sîriyê û Şêladizê ne û li mehên rabûrî ji bal PKK ê ve hatbûn revandin, li himber 5 hezar dolaran ji bo her yekê hatin azad kirin.
Dest nîşan kir, ev herdu xortên başûrê welat êvara duh roja yekşemî 26/7/2020an li saet 6:00 ji bal PKK ê ve hatin azad kirin, paş ku malbatên wan pere teslîmî PKK ê kirîn.
Pêgeha “Darka Mazî” li 9 meha rabûrî mijara xortên Hoza Rêkanîyan ku ji bal PKK ê ve hatbûn revandin parve kirbû û hûrgilyên herî taybet û sedemên vê revandinê têde hatbûn zelal kirin.