Navçeya Kesk a Bexdayê bi mûşekeke Katyoşa hat armankirin, lê sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîka (C-RAM) ew mûşek xiste xwarê.
Medyaya Iraqê belav kir, şeva bûrî Navçeya kesk a Bexdayê bi mûşkeke Katyoşa hat armanckirin, lê ew mûşek ji aliyê sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîka (C-RAM) ve hat şikandin û Balyozxaneya Amerîka jî zengilê agahdariyê lê da.
Şikandina vê mûşekê di demekê de ye, artêşa Iraqê da zanîn wan li nava Bexdayê dest danîn ser 7 mûşekên Katyoşa û sekoya arastekirina wan ku berê wan ber bi Navçeya Kesk bû.
Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê ya Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Fermandarê Desteya Heşda Şeibî Ebomehdî Mohendis li Bexdayê ji aliyê Ameîrka ve di destpêka îsal de, êrîşên li dijî binkeyên Amerîka li Iraqê zêde bûn.
Washington, ketîbeyên Hizbulaha Iraqê û grûpên din ên nêzîkî Îranê bi wan êrîşan tometbar dike.
Di dema bûrî de jî, hêzên Amerîkî cihên xwe li 7 binkeyên serbazî yên Iraqê guhartin.
Bi giştî, ji meha Cotmeha 2019an ve û heta niha, zêdetir ji 30 êrîşî li cihên serbazî û dîplomasî yên Amerîka li Iraqê hatine kirin.