Êrîşa Tirkiyê a li ser Başûrê Kurdistanê ku bi sedema PKK ê li 15 meha xizîranê dest pê kir bû, di dome û eskerekê Tirk hat kuştin.
Li gor daxweyanîya wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê ku îro roja pêncşemî 6/8/2020an parvekirîye, eskerekê Tirk li Başûrê Kurdistanê li herêmên operasyonên Penca Piling ji bal PKK ê ve hat hedef kirin.
Di daxweyaniyê de wiha hatîye: Li herêmên operasyonê şer li gel PKK ê qewmî, gundparêzek birîndar ket û piştre li nexweşxanê ku dihate tedawî kirin li ber xwe nehat û canê xwe ji dest da.
Dewleta Tirkiyê li 15 meha xizîrana rabûrî, mezintirîn êrîşa ser Başûrê Kurdistanê li dijî PKK ê da meşandin, ji wê demê ve, PKK ê hinek navçeyên din ên ku li jêr kontirola wê de bûn ji bo arteşa Tirkiyê bi cî hiştin, herku diçe jî PKK e şerî nêzî bajarokan dike.
Bi sedema vê êrîşê, ji dema dest pê kirina wê heya îro, nêzî 50 gundên Başûr hatine vala kirin, hejmareke şêniyên sivîl jî şehîd ketine.