Serokê şaredarîya Beyrotê eşkere kir ku sê yeka şêniyên Beyrotê bê mal mane û zirarên teqînê bi 4 milyar dolarên Amerîkî tên xemlandin, Makron jî dibêje Yekêtîya Ewropa bi merc wê alîkarîya libnanê bike.
Herku diçe hejmara qurbaniyên teqîna rojên rabûrî a bendera Beyrotê pêtir zelal dibin, îro roja pêncşemî 6/8/2020an, Cemal Îtanî serokê şaredarîya Beyrotê eşkere kir, bi sedema teqînê nêzî sê yeka şêniyên bajarê Beyrotê bê mal û hal mane û li ser cadeyan jiyanê derbas dikin.
Hem wext got: Teqîna bendera Beyrotê zirar bi qasî 4 milyar dolaran gihandine jêrxaneya bajar û mewdaya ziraran li bazineyeke pêtrî 10 kîlometrî ye û eşkere kir, bê alîkarîya wilatên Erebî û navdewletî, Libnan nikare vegere rewşa berî teqînê.
Ji alîyekê din, îro Îmanwêl Makron serokê Firensayê bi serdaneke lezgîn giha Beyrotê û di derketineke meydanî de, te’qîba zirarên teqîna bendera Beyrotê kirin.
Makron di daxweyanîyekê de got ku Firensa wê serkêşîya pêvajoyekê ji bo alîkarîya Libnanê li Yekêtîya Ewropayê bike, lê belê bi mercê dest pê kirina çaksazîyeke bingehîn a heme alî, Makron her wiha got ew destpêşxerîya lihevhatineke siyasî a nû ji bo serkirdatîya Libnanê bike.