Rêxistina tendirustiya cîhanê dê 20 ton alîkariya bişîne Libnanê

Rêxistina tendirustiya cîhanê dê 20 ton alîkariya bişîne Libnanê

Rêxistina tendirustiya cîhanê (WHO) roja pêncşemê (6ê tebaxê) ragihand ku ew dê 20 ton alîkarî bişîne Libnanê ji bo ku alîkariya qurbaniyên teqîna Beyrûtê bike.

Li gorî rêxistina tendirustiyê ya cîhanê, ew alîkarî wê li yek ji embarên wê li Dubai hên şandin ji bo Libnanê.

Rêxistinê lê zêde kir ku bi sed hezaran kes li Libnanê bi şewateke giran û birînên din jî zirar dîtine ji encama vê teqîna dijwar ku hewceye werin çareser kirin.

Li gorî medyaya navxweyî ya Libnanî, sê nexweşxaneyên Beyrûtê ew qas zirar dîtine ku bi rastî jî hatine sekinandin. Du nexweşxane jî hindik zirar dîtine. Birîndarên teqîna Beyrûtê hatine veguheztin ji bo nexweşxaneyên li deverên cudayên Libnanê, lê piraniya van nexweşxaneyan şiyanên pêwîst berdest nîne.

Pustên heman beş