Balefiran PKK e li Dêrelok û Şêladizê hedef kiri

Balefiran PKK e li Dêrelok û Şêladizê hedef kiri

Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê îro êrîşê bajarokên Dêrelok û Şêladizê ên li Başûrê Kurdistanê kir û moşek li çiyayê Lînkî û aqarê gundekî dane.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, nîvroja îro 8/8/2020an, balefirên Tirkiyê êrîşê çiyayê Lînkî ê li sînorê bajarokê Dêrelok girêday devera Amêdiyê kir, moşek li bilindahîya çiya dane.

Dest nîşan kir, balefiran li sa’et 12:40 xulek yek moşek li dereca Hêtîtê li çiyayê Lînkî ku dibe aqarê gundê Hêtîta kevin dane.

Her wiha her îro balefirên Tirkiyê, moşeke li aqarê gundê Sîte ê navçeya Şêladizê girêday devera Nêrwe Rêkan dane, lê belê agahî li derbara zirarên canî tunene.

Çiyayê Lînkî ku dikeve hindavî bajarokê Dêrelok, pêtirî 8 carane ji bal dewleta Tirkiyê ve paş êrîşa 15 meha rabûrî tê hedef kirin.

Pustên heman beş