ENKS: Yasaya Rêveberiya Xweser a destdanîna ser milkên koçberan ne rewa ye

ENKS: Yasaya Rêveberiya Xweser a destdanîna ser milkên koçberan ne rewa ye

Di wê derbarê de Endamê Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê mafnas Ridwan Sîdo ragihand, ev yasaya nû ya Rêveberiya Xweser ne rewa ye û yasayeke paşketî ye. Pêwîst bû vê yasayê merivên koçberan ên di pileya sêyem û çarem jî li xwe bigirta, yan jî kesê nediyar (koçber) bikare bi riya wekîlekî mal û milkên xwe biparêze û îdare bike.

Diyar kir, ev yasa li dijî perensîpên hevpeymanên navdewletî û mafên mirovan e. Herwiha ev yasa li dijî Girêbesta Civakî ya Rêveberiya Xweser û Belgenameya Hevtêgihîştina di navbera pêkhateyên heremê de ye. Di vê halê de, her biryar yan yasayek li dijî Girêbesta Civakî derkeve, tê hilweşandin. Lê di vê yasaya nû de hatiye ku ev yasa her yasayeke pêştir di vê warî de derketibe hildiweşîne, ev jî berûvajî destûra (Girêbesta Civakî) Rêveberiya Xweser bi xwe ye.

Mafnas Ridwan Sîdo got: Em wek ENKSê dibînin ku ev yasa wek gelek yasayên din ên Rêveberiya Xweser, li dijî berjewendiyên gelê me ye. Divê Rêveberiya Xweser vê yasayê hilweşîne, yan sererast bike.

Da zanîn: Niha danûstandin di navbera ENKS û partiyên Rêveberiya Xweser de hene, her biryarek li dijî berjewendiyên gelê me be, di wan danûstandinan de tê guftûgokirin. Herwiha di danûstandinan de jî lêveger û pêdaçûn ji hemû biryar û yasayên Girêbesta Civakî re tê kirin, ji bo bêne sererastkirin û bikevin berjewendiyên gel.

Endamê Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê diyar kir jî: Vê yasayê rola dadgehan di çareserkirina pirsgirêkan de nehîşt. Berûvajî vê yasayê, divê yasayek heba ku kesê destê xwe deyne ser mal û samanên koçberan, bê sizadan.

Pustên heman beş