Çeteyekê Tirk îro li Cindirêsê a navçeya herêma Efrînê hat kuştin, ew çete ji giropa Bereya Şamîye ye.
Nerîngeha Sûrya ya mafên mirovan eşkere kir, îro roja şemî 88/82020an, teqînek li ser rêya navçeya Cindirêsê li rojava Efrînê çêbû, bi wê sedemê çekdarekê bereya Şamîye girêday ê Tirkyê hat kuştin.
Her wiha diyar kir, ev teqîn li sînorê gundê Basotê ê girêday Cindirêsê çêbûye û karwanekê çeteyên Bereya Şamîye hedef kirîye.
Li gor nerîngeha Sûrî, li herêma Efrînê û E’zazê, şênîyan bi ser baregehên Bereya Şamîye de girtine ku piranîya çekdarên vê giropê ji Tlirf’etê ne, ev teqîn jî hemwexta van hewlan çêbûye.