Êrîşa dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dijwar bûye û tenê di îro de, 8 gund bi rêyên hewayî û bejahî hatine bombe kirin, 5 jê bi sedema êrîşan hatine çol kirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, îro roja şemî 8/8/2020an, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de, hejmareke gundên Başûrê wilat li sînorê parêzgehîya Dihokê xistine ber bordomanan.
Êrîş ji serê sibê bê navbir li gundên dorbera bajarê Zaxo weke gundên Minînê, Bankê, Pîrbila û Çemkurkê û du gundên din dest pê kirbû, agahî didin xweya kirin ku balefiran û tophavêjên dewleta Tirkiyê bi dehan moşek li wan gundan xistine û zirarên mezin bi bax û bîstanên wan gundan ketine.
Bi sedema êrîşên îro şênyên 5 gundan, gundên xwe çol kirin û tenê gundê Bankê maye hêjan şênî têde cî digirin.
Her nîvroja îro, balefiran bilindahyên çiyayê Lînkî ku dibe aqarê gundê Hêtîta kevin li sînorê bajarê Dêrelok hedef kir, hem wext aqarê gundê Sîte li sînorê Şêladizê ket ber moşekan.
Dewleta Tirkiyê li 15 meha xizîrana rabûrî êrîşa ser Başûrê Kurdistanê dest pê kir, her ku diçe PKK e meydana şerê xwe û Tirkiyê nêzî gund û bajarokan dike û bi wê sedemê, li dû mehên rabûrî nêzî 50 gundên Başûrê Kurdistanê hatine vala kirin.