Sîstanî bi qasî 1 milyar dolaran alîkariya Îranê dike

Serokê Komîsyona Tenduristiyê ya encûmena şura ya îranî xeber ji alîkariya zêdetirî 1 mîlyar dolarî ya “Ayatollah Sîstanî” da ji bo Îranê daku bi vî pere Îran bikare rewşa belavbûna vîrusa koronayê li Îranê kontrol û baştir bike.

Li gorî ajansa nûçeghaniya Îrna, Huseyîn ‘Elî Şehriyarî di civînek rojnamevanî de li Zahedan roja pêncişemî, 6ê Tebaxa 2020an diyar kir: “vîrusa Korona bûye sedema pirisgirêkan, lê em hewl didin gelek pirisgirêkan bi rêya kanala wezaretê û rêxistinên xêrxwazî yên Tenduristî çareser bikin, da ku kêmasî kêm bibin.”

Nûnerê Zahedan li parlamentoyê wiha domand: nêzîkî yek mîlyar dolar ji nivîsgeha “Ayatullah Sîstanî” ve ji bo rûbirûbûna şerê li dijî Korona li wî welatî hatye berdestkirin, ku ji vî pere alavên pizîşkî ji bo hin bajarên weke Sîstan û Bluçistan hatiye mezaxtin.

Hêjayî bi bîrxistinêye ku lêvegerên olî yên şî’eyan îddîa dikin ku dahata wan ya darayî ji hêla çavkaniyên “kesên olî yên berniyas, zekat, û xêrên din” tê dabînkirin.

Ev alîkariya Sîstanî di demekî deye ku ‘Îraq niha di rewşeke abûrî û civakî û siyasî ya here xirab de derbas dibe û rojane li ‘Îraqê jiber nebûna xizmetguzaryan û hebûna dizî û gendelyê xwepêşandan tên lidarxistin.

Pustên heman beş