Zêdebûna pevçûnan li derdora Perlemana Libnanê

Zêdebûna pevçûnan li derdora Perlemana Libnanê

Pevçûn di navbera xwepêşanderên Libnanî yên hêrs û hêzên ewlehiyê de li derdora parlamana Libnanê aloztir dibin, û her ku diçe gortir dibin.

Li gorî medyayên Libnanî, xwepêşander ji demjimêr 6ê êvara roja yekşemê, 9ê Tebaxê, li kolanên li derdora meclîsa nûneran kom bûn, û bi rakirina astengên hesnî yên ku deriyê avahiya parlamentoyê asteng dikin, hewl didin bi avêtina keviran wan hêzên ewlehiyê yên li wir dimînin neçar bikin paşve vekşin.

Ev yek di demekî de ye ku hêzên ewlehiyê jî bi gulleyên pilastîkî berisva xwepêşanderan da.

Hêjayî bibîrxistinêye ku ev tengezariya di navbera xwepêşanderên hêrs li ser neheqiya hukûmetê û pêkhata siyasî di derbarê teqîna tirsinaka bendera Beyrûtê ye ku di 4ê Tebaxê de pêkhat, xwepêşandana duh êvarê (roja şemî, 8ê Tebaxê) destpêkir û îro piştî nîvro jî berdewam kir. Niha ev xwepêşandane ber bi gor bûnek zêdetir diçe.

Pustên heman beş