Serokê Rûsya federal, îro bikaranîna yekem vaksîna dije vîrosa Korona a nû Kovîd-19 îlan kir û vaksîna yekê dixtoran li ser keça wî têst kir.
Viladîmêr Putîn ê serokê Rûsyayê, îro roja sêşemî 11/8/2020an, berhem û bikaranîna vaksîna yekê li asta cîhanê ku dije vîrosa Kovîd-19ê ye îlan kir û yekem vaksîn ji bo keça wî a bi vîrosê ketî, hat têst kirin.
Vaksîn ji bal dezgeha Gamalaye a Rûsyayê hatîye berhemanîn û îro roja sêşemî, ji bal wezareta tendrustiyê bikaranîna wê hat îlan kirin.
Viladîmêr Putîn bi vê bûnê daxuyanî da û dibêje ew bi hêvî ye di demekî herî zû de vaksîn bighîte hejmareke herî zor a nexweşan.
Serokê Rûsyayê, li derbara kuwalêtî û aktîvîya vaksînê dibêje: yek ji keçên min bi vîrosê ketîye, vaksîn ji boy keça min hat danîn û pileya germaya laşê wê ji 38 bo 37 pileyan daketîye.
Paş belavbûna şewba Koronayê li tevahîya dinê, hejmareke her zêde a wilatên pêşketî di hewla çêkirina vaksînekê dene, vaksîna dezgeha Gamalaye dibe vaksîna yekê li asta cîhanê ku destûr ji boy bikaranîna wê hatîye dayîn.