Encûmena ewlehîya neteweyî a Îraqê êrîşên Tirkiyê li ser naveçeyên Başûrê Kurdistanê protesto kir û bi gefek mezin bi nav kir.
Encûmena ewlehîya neteweyî a Îraqê civîya û destidirêjîya li ser xaka Îraqê ji bal Tirkiyê ve û şehîdkirina fermandarên leşkirî bi binpêkrinên aşkere li dijî binemayên navdewletî û gefeke mezin li ser ewlehîya neteweyî a Îraqê û aramîya navçeyê bi nav kir.
Encûmena ewlehîya neteweyî a Îraqê her wiha tekezî li ser girtina hemû rêkarên dîplomasî kir, ji bo parastina ewlehîya wilat û selametîya şênîyan.
Roja 11 tebaxê balefireke bê pîlot a Tirkiyê erebeyeke hêzên pasewanên sînorên Îraqê li Sîdekanê hedef kir û di encamê de fermandarê hêza 3 û fermandarê lîwaya 2 û eskerekê din şehîd ketin.
Di dirêjahîya karvedanan de jî, duh wezareta derveya Îraqê bangî balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz kir û yadeştnameyeke nerazîbûnê radestî wî kir.
Di yadeştnameyê de binpêkrinên berdewamên arteşa Tirkiyê û ji wan jî êrîşa dawiyê ya li Sîdekan şermezar kir.