Tirkiye dibêje Îraqê: Heger tu xwe kerr bikî em wê nakin

Tirkiye dibêje Îraqê: Heger tu xwe kerr bikî em wê nakin

Wezareta karên derve a Tirkiyê li derbara êrîşa Sîdekanê ku du fermandarên arteşa Îraqê têde canê xwe ji dest dane dibêje: Em amadene li djî PKK ê alîkarîya Îraqê bikin.

Wezareta karên derve di daxuyanîyekê de li derbara dawîn êrîşa Sîdekanê dibêje: Îraq xwe li ser hebûna PKK ê kerr bike, Tirkiye xwe kerr nake û wê ewlehîya sînorên xwe biparêze.

Di daxuyaniyê da hat dest nîşan kirin ku bi salane PKK e li Îraqê bi cî bûye êrîşî Tirkiyê dike, li dijî desthilatdarî, yekêtîya axê, ewlehî û îstiqrara Îraqê jî meydanê dxwîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî PKK ê pêwîste Îraq tedbîran bistîne û wiha nvîsandîye:

Di vê mijarê de wilatê me amadeye ku bi Îraqê re hevkariyê bike, heke Îraq li ser hebûna PKK ê xwe kerr bike jî Tirkiye ji bo ewlehîya sînorê xwe wekî ku heta îro kir ewê hemû tedbîran hilde, em bangî Îraqê dikin ku pêwîste gavên lazim bavêje.

Pustên heman beş