Derxistina balyozê Tirkiyê ji Îraqê tê xwestin

Derxistina balyozê Tirkiyê ji Îraqê tê xwestin

Parlimenterekê Îraqê, daxwazê ji hikûmeta wilatê xwe dike, balyozê Tirkiyê bi sedema êrîşên ser Başûrê Kurdistanê ji wilat were derxistin.

Parlimenter Mensûr Bi’êcî, îro roja pêncşemî 13/8/2020an di beyanameyeke fermî de, daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku bi sedema êrîşên Tirkiyê ên li ser Başûrê Kurdistanê tên encam dayîn, balyozê Tirkiyê ê li Bexdayê were derxistin.

Navbûrî her wiha xwestîye ku Îraq tev têkiliyên xwe yên bazirganî  abûrî li gel Tirkiyê qut bike, weke bersîvekê ji boy wê yekê Tirk careke din di xwe de biçin û êdê serwerîya xaka Îraqê jêr pê nekin.

Mensûrî Bi’êcî dibêje: her çend ku hikûmeta Îraqê bersivên guncay nestîne û bi beyanên şermînok bersîva Tirkiyê bide, Tirk wê dest dirêjiyên xwe bidomînin û wê pêtir lê bike, hikûmeta Îraqê ji pêşêlkariyên Tirkiyê berpirsiyare û bi wê yekê wê destûra wilat jî serpêçî kir.

Ev nêzî du mehane êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê wilat dewam dike, hikûmetna Îraqê tenê yadaştên nerazîbûnê dane balyozê Tirkiyê û tu hengaveke bi bandor di vê derbarê de nestandîye.

Pustên heman beş