Te’rîbê li Kerkûkê bi terzê serdema Sedam destpêkir

Te'rîbê li Kerkûkê bi terzê serdema Sedam destpêkir

Hozên Kurd ên li Kerkûkê bi sedema xeterîya te’rîb kirina navçeyên wan, bangewazîyeke lezgîn dan û dibêjn: pêvajoya te’rîb kirinê dest pê kirîye.

Serok hozên Kurd ên li Kerkûka Başûrê Kurdistanê, îro roja pêncşemî bangewazîyeke lezgîn dane sê seroktiyên Îraqê û têde bi zelalî behsa xeterîya te’rîb kirina navçeyên xwe kirine bi awayekî ku şêniyên Ereb bi zor tên li ciyên wan nîştecî kirin.

Di bangewazîya hozên Kurd de wiha hatîye nivîsandin: bi piştigrî û çavdêrîya parêzgerê Kerkûkê û bi amanca kom kirina dengan ji bo hilbijatinan, şîniyên hawirde ên Ereb bi zorî li herêmê Kurdan li Kerkûkê tên nîştecî kirin.

Serok hozên Kurd dibêjn: kêşeya sereke standina baweriyê ye ji takê Kurd û dagîrkirina xak û malên wane, ev jî siyaseteke ji serdema rejîma rabûrî dest pê kirîye û heya roja me ya îro dewam dike, ji ber ku şêniyên Kurd ên resen ji navçeyên xwe tên derxistin û li şûna wan Erebên hawirde tên nîştecî kirin.

Paş dagîrkirina Kerkûkê li 16 oktobera sala 2017an ku bi alîkarî û piştigrîya giropeke dest nîşan kirî di nava Yekêtîya Niştîmanî a Kurdistanê de ev yek hat encam dayîn, rewşa ewlehiyê li Kerkûkê û navçeyên wê pir xerab bûye, hem wext navçeyên Kurdan bi berdewamî tên te’rîb kirin

Pustên heman beş