Firensa êrîşên ser Başûrê Kurdistanê bi xeter dibîne

Firensa êrîşên ser Başûrê Kurdistanê bi xeter dibîne

Wezareta karên derve a Firensayê, îro êrîşên dewleta Tirkiyê ên li ser Başûrê Kurdistanê tên meşandin, protesto kirin û bi pêşhateke xeter bi nav kir.

Wezareta karên derve a Firensayê îro roja pêncşemî 13/8/2020an, li derbara êrîşên dewleta Tirkiyê ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û têde ev êrîş protesto kir.

Di daxuyanîya Firensayê de, êrîşa ser Sîdekanê ku dû fermandarên arteşa Îraqê têde canê xwe ji dest dane, hatîye şermezar kirin û bi pêşhateke xeter nav kirîye.

Tê zanîn li vê dawiyê rewşa li navbera Tirkiyê û Firensayê di çendîn mijaran de aloz ketîye, Firensayê îro îlan kir ku ewê hinek balefirên Rafal û gemîyeke leşkirî li rojhilata derya Navî bi cî bike, weke hengaveke dij ji boy hewlên Tirkiyê ên lêgerînê li petrolê li ava herêmî.

Li 11 vê mehê, Balefirên bê pîlot ên Tirkiyê navçeyeke Sîdekanê hedef kir û têde dû fermandarên arteşa Îraqê canê xwe ji dest da ku di wê demê de ji bo hoşdarî kirina PKK ê li wê navçeyê belave bibûn.

Pustên heman beş