Berdevkê wezîrê derveyê wîlayetên yekbûîy û nûnerê wî li Libnanê David Hill roja şemî (15ê Tebaxê) tekez kirin ku Waşinton dixwaze lêprisînek berifreh, zelal û pêbawer li ser teqîna bendera Beyrûtê bicîh bîne.
David Hill ragihand: “tîmek ji FBI-yê roja yekşemê dê werin Beyrûtê û emê bixebitin ku bersivên zelal ji gelên Libnanî re derbarê vê bûyerê peyda bikin,” Hill tekez kir ku pêwîste hikûmeta Libnanî kontirola xwe li ser sînor û navendên fermî hebe.
Wî dubare kir ku dewletên yekbûîy careke din rê nade ku alozî li ser sînorê ax û avên Libnanê rû bidin.
Hêjayî gotinê ye ku David Hill şeva pêncişemî ya derbas bûyî çû Libnanê û di dema mayîna xwe de ku du roj bûn, wî bi gelek karbidest û kesayetiyên navdarên welat re, di nav de serokwezîr Mîşêl ‘Un, Serokê Parlamentoyê Nebîye Berî, Serok Wezîrê Kabîneya Demkî Hesan Dîyab, Serokwezîrê berê û Beşare Pitros Elra’î re hevdîtin pêk anîn.
Li gorî ragihandina medyaya Libnanî, David Hill îro bendera Beyrût û cîhê teqîna tirsinak ya 4ê Tebaxê zîyaret kir, ku têda 178 kesan canê xwe ji dest da, 6000 kes jî brîndar bûn û zêdetrî 30 kesan jî wenda bûn.
David Hill roja rabûrî destnîşan kir hikûmeta Amerîkayê ya amadeye ji bo “piştgirîkirina Hikûmeta Libnanê di pêkanîna guhertinek bingehîn û rastîn li wî welatî”, û wiha lê zêde kir: “sozên vala êdî nayên pejirandin. Waşinton amadeye ku piştgiryê bide hikûmetekî ku ji bo pêkanîna guhertineke rastîn dest bi kar bibe û daxwazên gel bicî bike.”