Hesen Ruhanî yê Serok Komarê Îranê derbarê lihevkirina ku di navbera Îsraîl û mîrgehên erebî yên yekbûîy de hat îmzakirin de daxuyaniyek belav kir.
Îro 15/8/2020an serok komarê Îranê Hesen Ruhanî îmarat ango Mîrgehên Erebî bi tundî hişyar kir.
Îro serok komarê Îranê Hesen Ruhanî di gotarekî televîzyonî de ragehand, rêkeftina Îsraîl û Îmaratê xîyanete li Felistînê, ‘Ereb, Misilmanan û bajarê Qudsê.
Ruhanî di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir “bila Îmarat hişê xwe bîne serê xwe û bila zanibe ku hereketeke xayîna mezin dike. Em hişyarî didin Îmaratê ku li herêmê pêşîya rejîma Îsraîlê veneke. Heke vê yekê bike emê bi şikleke din helwestekê nîşanî wan bidin.”
Li gor Hesen Ruhanî mîrgehên ‘Erebî, eger wisa bifikire ku bi nêzîkbûna li gel Amerîkayê û Îsraîlê ve, asayîş û aboriya xwe dê bihêz bke xeletî dike. “Asayî kirina peywendîya di gel Îsraîlê ne di berjewendiya Îmaratê daye”.
Ruhanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku rejîma Îsraîlê berdewame li ser dagîrkirina axa Felistînê.
Ruhanî daxuyaniya xwe weha berdewam kir: “rejîma Îsraîlê cînayetên xwe yên li hember gelê Felistînê didomîne. Lê mîrgehên ‘Erebî yên yekbûîy pê re peymanekê îmza dike ku em di vî warî de hişyariyê didin wan da ku ji vê xeletîyê vegerin.