CNN: Îran pereyan dide Talîbanê ku êrîşî leşkerên Amerîkayê li Efxanîstanê bike

CNN: Îran pereyan dide Talîbanê ku êrîşî leşkerên Amerîkayê li Efxanîstanê bike

CNN ê bi veguhastin ji zardevê dezgehên îstixbaratî yên Amerîkayê ragihand ku Îran pereyan dide şervanên Talîbanê da ku leşkerên Amerîkî û Natoyê li Efxanîstanê bike armanc.

Vî kanalî ragihand ku îstixbarata wîlayetên yekbûîy yên Amerîkayê di sala borî de şeş êrîşên ji hêla şervanên Talîban ve li ser wan hatiye encamdan, xistibûn jêr lekolînê de. Li gorî îstixbarata Amerîkî, êrîşa Talîbanê li ser baregeha leşkerî ya Amerîkî li Bagram (Parwan) dikeve vê çarçûveyê de.

Pere ji hêla Welatek biyanî ve

Li gorî raporê, ev pere ji hêla hikumetek biyanî ve hatîne dayîn, û çavkaniyek li Pentagonê ji CNN re ragihandiye ku welatê biyanî Îran e. Li gorî belgeyên wezareta parastinê ya Amerîkayê, ew pere ji tora Heqqanî re hatîne dayîn, komek ku ji hêla cîgirê rêberê Talîbanê ve tê rêvebirin.

Rapor wiha didomîne ku navê welatê biyanî yê ku ev pere dayîne tora Heqqanî li cem Pentagonê bi nihênî maye û nehatiye eşkere kirin, lê du çavkaniyên nêzî saziyên îstixbarata Amerîkî di peywendîya di gel CNN da tekez kir ku “ev welat Îran e”.

Pustên heman beş