Li Dêrezorê teqîn: Efserekî Rûsî canê xwe ji dest da

Li Dêrezorê teqîn: Efserekî Rûsî canê xwe ji dest da

Li devera Dêrezorê ya Sûriyê teqînek qewimî û di encama teqînê de efserekî Rûsyayê jiyana xwe ji dest da û du leşker jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê, 15 kîlometre nêzîkî Dêrezorê, dema leşkerên Rûsî gereke çavdêriyê encam didan, teqînek çêbû.

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku di encama teqînê de efserekî Rûsî jiyana xwe ji dest daye û 2 leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin; roja 18ê Tebaxê li Komara Erebî ya Sûriyê karwana leşkerî ya Rûsî ku alîkariyên mirovî gihandibû, dema vedigeriya, 15 kîlometre li nêzîkî Dêrezorê, teqemeniyeke bi destan çêkirî ku li qeraxa rê hatiye danîn, teqiya. Piştî teqînê 3 leşker birîndar bûn. Di dema veguhestin û tedawiya birîndaran de efserekî Rûsî ji ber birînên xwe yên giran, jiyana xwe ji dest da.

Pustên heman beş