Pompeo: Bexdayê han didin rêkeftina budceyê bi Herêma Kurdistanê re bike

Pompeo: Bexdayê han didin rêkeftina budceyê bi Herêma Kurdistanê re bike

Wezîrê Derve ya Amerîka Mike Pompeo ragihand, Amerîka ligel çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û ew Bexdayê han didin ku rêkeftina budceyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re, di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ragihand: Dixwazin Bexda pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike û em Bexdayê han didin, ta ku rêkeftina budceyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike.

Pompeo got jî: Amerîka dixwaze aboriyeke Iraqê ya bihêz hebe aramî vegere navçeyê û pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand, ew bi hevkariya mirovî bo Iraqê berdewam dibin û 2.4 milyon Dolar hevkarî bi Iraqê re kiriye, ji bo vegera koçberan û avedankirina navçeyên ziyan dîdtine.

Li Washingtonê gereke nû ya gotûbêjên stratejîk di navbera Washington û Bexdayê de destpê dike, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ji aliyê Amerîka ve û Wezîrê Derve ya Iraqê Fuad Husên jî ji aliyê Iraqê ve serokatiya vê gera danûstandinan diki

Pustên heman beş