Yek ji Efserên berê yê CIA piştî ku îtîraf bi sîxurî ya du alî kirî bi sûcdariya firotina nihênî yên Amerîkî bo Çînê hate girtin.
Li gorî nûçeya BBC NEWS, Elksander Yak Çîngma, Efserê 67-salî yê ajansa îstixbaratî ya Amerîkayê CIA ku di navbera 1967 û 1989-an de ji bo vê ajansê xebitîye, beşek ji xizmeta xwe li navçeya Asyaya Rojhilat û derya ya aram encam daye.
Lekolînvan dibêjin Çîngma, 12 salan piştî bicîhiştina Ajansê, bi kêmî ve bi pênc Efserên wezareta îstixbarata wilatê Çînê hevdîtin pêkanîne. Civîn li otêleka li Hong Kongê pêk hatine ku di van hevdîtinan de wî “rêjeyek berçav ji zanyariyên bergirî yên pirr nihênî yên Amerîkayê” dane dest karbidestên Çînê.
Ev zanyariye pêk tên ji horgilîyên ajansa îstixbarata Amerîkayê CIA, pênasa Efserên CIA û sîxurên wan, her weha şêwazên vê Ajansê ji bo peywendiyên nihênî.
Çîngma piştî bicîhiştina CIA weke ziman nasê Çînî li ofîsa Honolulu ya FBI dest bi kar bû. Navbûrî sûçbare ku di dema encamdayîna karên xwe li vê Ofîsê de, ji karê xwe mifa wergirtiye bo kopî kirina sened û wêneyên sîstemên moşekî û zanyariyên din yên FBI.
FBI Piştî haydar bûn ji karên vî Efserî karmendekê xwe yê nihênî weke Şandiyê dewleta Çînê dişîne cem Çîngma û hevdîtnê pêre dike. Ev yek ji bo wê çendê bû ku bizanin “Çîngma çi qas pere ji Çînê wergirtîne”. Di vîdyoyekî de ku FBI tomarkirîye Çîngma di demekî de dihête dîtin ku ew mijûlî hejmartin wan pereya ye ku karmendê nihênî yê FBI bi wî re dayîne, ew pere 2 hezar dolar bûn. Karmendê nihênî ragihandiye ew pere ji bo vê yekê bûn ku îsbat bikin ew ji hêla Çînê ve hatiye şandin.
Her weha yek ji mirovên Çîngma, zilamek 85 salî ku pêş niha ji bo CIA kar dikir, ji bo Çînê sîxurî kiriye, lê belê ji ber jiyê wî û “bêhêzbûna hizrî” nehatiye binçavkirin.